Şahzade Demîr:“Em ê dîsa meseleyê di çarçoveya biratî û nirxên bawerîyê de binirxînin”

Parlementerê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr di civîna çapemenîyê ya ku li meclîsê tertîp kir de derbarê rojevê de nirxandinan kir.

Yek ji wan mijarên ku Demîr derbarê wê de nirxandinan kir “Komxebeta Çareserîya Însanî ya ji bo Meseleya Kurd” bû.

Demîr di destpêka nirxandina xwe de got ku ji ber ku ew fikr û ramanên xwe anîne zimên hinek kes û derdoran heqaret li wan kirine, ew hedef nîşan dane, tehdît kirine û gotinên ku dê berberîyê têxin nava civakê kirine. Demîr dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Encax em ê dîsa jî meseleyê di çarçoveya biratî û meseleya nirxên bawerîyê de binirxînin.Em naxwazin zimanê siyasetê bilewite. Em wek HUDA PARê her tim hewl bidin di çarçoveya bernameya xwe ya partîyê de li her der û her wextî siyaseteke bi prensîb bikin. Lê em dixwazin hemû kes vê yekê baş bizanibe: ger heqaret li me bên kirin, derheqê me de derew bên gotin, bêbextî li me bên kirin em ê li dijî van tiştan bêdeng nemînin û xwe muhafeze bikin.”(ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno