Salih Mislim li Pragê hat binçavkirin

Salih Mislimê serokê berê yê PYDê li Praga paytexta Çekyayê hat binçavkirin.

Hat ragihandin Salih Mislimê serokê berê yê PYDê yê ku bi bultena sor dihat lêgerîn li Praga paytexta Çekyayê hat binçavkirin.

Înterpola Çekyayê derbarê mijarê de destnîşan kir ji ber taleba Tirkîyê ya girtinê doh Mislim hatiye binçavkirin.

Di daxuyanîya ku ji teref meqamên Çekyayê ve hatiye dayîn de hat destnîşankirin qerara girtin an jî negirtina Mislim dê ji teref mehkemê ve bê dayîn.

Wezareta Karên Derve heftîya borî lîsteya kesên ku ji terorê tên lêgerîn rojane kiribû û Salih Mislimê serokê berê yê PYDê jî li vê lîsteyê zêde kiribû û bo girtina wî 4 milyon tl xelat danîbû.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê çeteya xeracê ya bîmasekirî hat têkbirin
Rêya Şirnex-Elkê ji çûyîn û hatinê re hat girtin
Weqfa Êtîman ji bo êtîman kampanyaya zivistanê da destpêkirin
Tê de 3 kesî birîndar bîyî
Li xaniyên TOKÎ yên Farqînê mexduriyet mezin dibe