Şaxa Jinan a Mêrsînê ya HUDA PARê ji bo Xezzeyê bexş kirin

Şaxa Jinan a Mêrsînê ya HUDA PARê ji bo fitarê li Xezzeyê ji Komeleya Kerwana Umudê ya Mêrsînê re alîkarîya xwe ya ji bo Filistînê dubare kir.

Şaxên jinan a Mêrsînê ya HUDA PARê ji bo xwarina fitarê ya li Xezzeyê bi alîkariya Komeleya Kerwana Umudê ya Mêrsînê, destê alîkariyê dirêjî Filistînê kirin.

Piştî xebatên bexşînê Seroka Şaxa Jinan a Mêrsînê ya HUDA PARê Sema Karakayali daxuyanî da û xwestekên xwe yên meha Remezanê anî ziman.

“Emê xebatên xwe yên ji bo Filistînê bidomînin”

Sema Karakayali wiha dest bi gotinên xwe kir, “Em sipasîya xwe li Karwana Umudê dikin ku di xêran de dibe pirek. Dema ku Tofana Eqsayê dest pê kiriye vir ve em wekî HUDA PARê çi ji destê me tê dikin. Bi taybetî weke jin erka we ewe ku em dua bikin, înfaqê bidin, rojevê bînin ser vê mijarê û beşdarî mîtîg û daxuyaniyên çapemenîyê bibin in. Heya Filistîn azad be emê di van kirinên xwe de dewam bikin.

Em weke gel çi ji destê me tê em dikin. Em li bendene kukesên desthilatdar û rayedar jî alikarîyê Filistînê bikin. Em dixwazin ku pêşnîyara qanûnê ya HUDA PARê biriye Meclîsê bilez bê muzakerekirin û bibe qanûn. Ceza kirina siyonîstan û pêşîlegirtina li vê rêxistina xeternak girîngîyeke mezin e. Divê çi lazim be ji bo Filistînê bê kirin. Xwedê ji kesên xwedî xêran razî be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar