Sazîyên Alîkarîya Navneteweyî ji Xezzeyê re ambûlans dişînin

Sazîyên Alîkarîya Navneteweyî ÎHO Ebrar û Weqfa Êtîman, ji ber krîza însanî ya li Xezzeyê ji bona ku ji herêmê re 4 ambûlansan bişînin dest bi kar kirin.

Piştî agirbesta ku di navbera rejima îşxalker û HAMASê de hat lidarxistin de bi tevî Tirkîyeyê gelek sazîyên alîkarîyê jî ji bo alîkarîya ji Xezzeyê re dest bi kar kirin.

Weqfa Êtîman û ÎHO Ebrara ku ji serê êrîşên rejima îşxalker vir ve alîkarîyên xwe teqsîr nekirine di çarçoveya alîkarîya tenduristîyê de 4 ambûlansên ku li Misirê têne hazirkirin ew ê di demeke kurt de amade bikin û ji herêmê re bişînin.

Koordînatorê Tirkîyeyê yê ÎHO Ebrarê Sabahattîn Ugar, derheqê projeyê de axivî û weha got, “Em wek Sazîyên Alîkarîya Navneteweyî ji bo ambûlansên ku xêrxwazên me bexş kirine li febrîqeyê ne. Me xebatên ku têne kirin li cîhê wî dît. Xwedê ji xêrxwazên me razî be.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar