Sazîyên Navneteweyî ji bo Xezzeyê banga “Agirbesta Lezgîn” kirin

Xebatkarên tenduristîyê û sazîyên alîkarîya Navneteweyî, ji bona ku li Xezzeyê ji zarokan re vaksîna felca zarokan bê kirin banga “agirbesta lezgîn” kirin.

20 sazîyên alîkarîya navneteweyî ku di nav de sazîyên wek Save The Children (Zarokan Xelas bikin), ActionAid, Ji Bo Fîlîstînîyan Alîkarîya Tibbî (MAP) û Oxfamê jî hene daxuyanîyeke hevpar dan, di daxuyanîyê de diyar kirin ku divê bi lez û bez vaksîna felcê bê kirin.

Di daxuyanîyê de bal hat kişandin ku di nav 10 mehan de herî kêm 50 hezar zarok hatin dinyayê, ji ber hilweşîna sîstema tenduristîyê jî îhtîmala vaksînbûna wan gelek hindik e.

Di daxuyanîyê de hat bibîrxistin ku vaksîna zarokên mezin jî ji ber ku ji cîhê xwe bûne nikarin bi sîstematîkî vaksînên xwe bibin, ji ber êrîşan ev muamele an hatîye sekinandin an jî qut bûye, li herêmê jî felca zarokan ji nû ve derketîye holê.

Hat destnîşankirin daxwazîya ku Neteweyên Yekbûyî dixwaze, tenê ji bo vaksînan ew ê hêsanekî çêneke, ew ê ji bo temînkirina lazîmatîya sîvîlan û temînkirina alîkarîyê ya ji hemû însanan re jî hêsanîyek çêbike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno