Sazîyên xêrxwaz ji bo Xezzeyê alîkarîya însanî kirin

Saziyên xêrxwaziyê yên ku li Xezzeyê bê navber xebatên xwe yên alîkariyê didomînin, ji bo ku birînên gelê mezlûm jî hindik be jî bipêçin, 3 qamyonên tijî alîkariyên însanî yên bi erzaq, pêlav û solên barkirî amade kirin.

Rêxistinên alîkariyê yên ku li Misirê bi rastî baregeh ava kirine, Kerwana Hêvîyê, Weqfa Êtîman, Ewropa Yetîm Elî û ÎHO Ebrar ji 7ê Cotmehê heta niha bê navber xebatên xwe yên alîkarîyê li Xezzeyê didomînin û piştî agirbestê lez dan xebatên xwe.

Rêxistinên ku berîya niha ji bo herêmê gelek projeyên alîkarîyê pêk anîne, vê carê bi xebatên xwe yên hevpar 3 qamyonên alîkarîyê ku 2 jê erzaq û yek jî pêlav û soro barkirî amade kirine.

Alîkariya ku li Qahîreya paytexta Misirê di depoyekê de tê ragirtin, ger destûrên pêwîst bên girtin dê tavilê ji bi hezaran Xazîyan re bê şandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno