Sê tir li hev qelibîn: 1 mirî, 2 birîndar

Li navçeya Pamukova ya Sakaryayê sê tir li hev qelibîn. Di şewata ku piştî qezayê derket de kesek mir û du şofêr birîndar bûn.

Qeza, li ser Rêbeja D-650 a ber bi Bilecikê ve qewimî.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tira bi plakaya 42 ABN 501 piştî ku şofêr kontrola dîreksiyonê winda kir, ji şerîta navîn derbasî şerîta dijber bû. Di vê demê de, ew li tirên bi plakayên 06 EBU 208 û 41 YY 321 ên ku ji aliyê dijber ve dihatin qelibî.

Di encama qezayê de agir bi sê wesayîtan ket.

Piştî xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek polês, îtfaîye û tenduristiyê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku şofêrê tira bi plakaya 42 ABN 501 li cihê bûyerê miriye.

Bi destwerdana îtfaîyeyan agir hat kontrolkirin, lê şofêrên tirên bi plakayên 06 EBU 208 û 41 YY 321 ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve ji cihê xwe hatin derxistin û birin nexweşxaneyê.

Derbarê qezayê de tehqîqat hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin