Seferên Kurdistana Iraqê dest pê kirin

Seferên balafiran ên ku ji meha îlona sala borî ve hatibûn rawestandin doh bi sefera Hewlêrê dest pê kirin.

Bo qerara ku di 29ê Îlona sala 2017an de ji teref birêveberîya navendî ya Iraqê hatibû dayîn seferên şîrketên rêyaasimanî yên biyanîyan ber bi Hewlêr û Silêmanî hatibûn rawestandin.

Piştî ku birêveberîya navendî astengên li ber seferan rakir re , Tirkîye jî sehaya xwe ya asîmanî bo Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr vekir.

Di daxuyanîyên ku berî niha derbarê mijarê de ji teref hikûmeta Iraq û Tirkîyê ve hatibûn dayîn de hatibû destnîşankirin ku ew ê astengên ber seferan bên rakirin û dê sefer cardin dest pê bikin.

Her weke ku dê bê bîran hikûmeta navendî ya Iraqê bi hinceta referandûmê  serxwebûna Kurdistana Iraqê seferên balafiran dabû sekinandin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Mêrdîn de Karwanê Hêvî ra deyrê keyan rê desteka qirtasiye
Îsot û balîcanên ji bo zuhakirinê li ser dezgehan cihê xwe girtin
Li Sêrtê pirsgirêkên bajêr guhdarî kir
Li Pira Mala Badê qeza: 7 birîndar
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 3 roj in protestoya qutbûna ceryanê tê lidarxistin