Sefîrên rejima terorîst ji nerazîbûnên xelkê tirsîyan

Rejîma îşxalker a ku ev bi çend rojan e li Xezzeyê qetlîamê dike qerar girt ku, sefîr û dîplomatên xwe ji Tirkyeyê û welatên herêmê vekişîne.

Di bombebaran rejima îşxalê de li Xezzeyê bi sedan Fîlîstînê hatin qetilkirin. Ji ber vê yekê alema Îslamê rabû ser piyan.

Hin sefîrxaneyên rejîma siyonîst û Emrîkayê hatin şewitandin, hatin kevirkirin û xwepêşandan û protestoyên mezin li ber konsulxaneyan hatin lidarxistin.

Bi sebaba van xwenîşandan û protestoyan, buroya bi navê ewlehiya netewî ya rejîma îşxalker daxwaz ji welatiyên xwe yên li Tirkiyê kir ku tavilê û demildest welatê xwe terk bikin. Hinek ji siyonîstên îşxalker jî ku êvariya pêncşemiyê hatin balafirgeha Stenbolê, Tirkiye

Rejima sîyonîst beriya niha hişyarî kiribû ku neçin Tirkyeyê. A niha jî , qerar da ku hemû sefîr û dîplomatên xwe ji nav Tirkyeyê welatên herêmê vekişîne.

Piştî qerarê Sefîrê Enqereyê ya rejîma îşxalker Îrîth Lîlîan û xebatkarên din ên sefaretxaneyê Tirkiye terikandin.

Ji hêla din ve Wezaretxaneya Karên Derve ya Siyonîst; Wê qerar da ku xebatkarên sefîrxane û konsulxaneyên xwe yên li Bahreyn, Urdun, Misir û Fasê vala bike. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

ji bo çareserkirina pirsgirêkên Gundê Boşatê bangawazî
Bi eleqeyeke mezin berdewam dike
Li ser neteweperesta Fransî Le Pen şîroveyên "durû"
Divê perwerdehiya mecbûrî ya 12 salî ji nû ve were sazkirin
Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate