Şehîd Abdullah Denîz li ser gora xwe hat yadkirin

Şehîd Abdullah Denîz ku di 27ê Kanûna 2014an de li Cizîra Şirnexê ji teref PKKyîyan ve hatibû şehîdkirin, di salvegera 10emîn a şehadeta xwe de li ser gora xwe hat yadkirin.

PKK di 27ê Kanûna 2014an de li Cizîrê ji bona ku gelê Misilman îmhe bike bi keleşkof û çekên giran êrîşan kiribû, di êrîşê de Abdullah Denîz şehîd bûbû, 35 kes jî birîndar bûbûn.

Şehîd Abdullah Denîz, di salvegera şehadeta xwe de ji teref hezkirîyên xwe ve li ser gora xwe hat yadkirin.

Ji bernameya yadkirina ku ji teref teşkîlata navçeya Cizîrê ya HUDA PARê ve hatibû tertîpkirin re, Serokê Bajarê Şirnexê yê HUDA PARê Emcet Yalçin, Serokê Navçeya Navend Huseyîn Uzen, Serokê Navçeya Cizîrê Reşît Gozungul, endamên partîyê, malbat û xizmên Şehîd Abdullah Denîz jî beşdarî bûn.

Serokê Bajarê Şirnexê yê HUDA PARê Emcet Yalçin destnîşan kir hat xwestin ku di 27ê Kanûnê de herêm bila bikeve nav kaosê, “Hûn dizanin ku îro 27ê Kanûnê ye, di dîroka 27ê Kanûna 2014an de ji van muminên di rêzê de ne û dijî Misilmanan re êrîş hat tertîpkirin. Ev êrîşan ji teref hêzên derve yên ku hêzên tarî dixwazin ji herêmê menfeat bidestbixin ve hatibû tertîpkirin. Wan êrîşan, êrîşên îmhekirina bi komî ya Misilmanan bû. Di wan êrîşan de ji teşkîlata me ya navçeya Cizîrê apê me Abdullah Denîzê 65 salî şehîd bû. Hat xwestin ku bila herêm bikeve nav kaosê. Hat plankirin ku însanên dîndar ên wek Abdullah Denîz bêne tunekirin. Em jî bi vê wesîleyê hatin li vê derê û me li ser gora şehîdê xwe Quranê xwend, duayan kir û wî bi mînnet yad kir. Rebbê min bila şehadeta wî qebûl bike. Xwedê jê razî be. Em ji Misilmantîya wî, xebata wî ya ji bo Xwedê û dîndarîya wî re şahid in. Rebbê min bila nigê me jî li ser rêya wî ya ku çûbû sabît bike.”

Bername bi duaya ku piştî xwendina Quranê hat kirin dawî bû. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar