Şehîd Abdusselam Îrdem li Rihayê bi duayan hat yadkirin

Şehîd Abdusselam Îrdem ku di salên 90îyan de li Dîyarbekirê di bin îşkenceyê de hatibû şehîdkirin, di salvegera şehadeta xwe de li gundê Heqêça Rihayê li ser gora xwe hat yadkirin.

Bername li camîya gund bi nimêjkirina esrê dest pê kir. Ji bernameyê re Serokê Bajarê Rihayê yê HUDA PARê Faruk Polat, hevaldozên wî, temsîlkarên sazîyên civaka sîvîl, sîyasî, dildar û gelek welatî beşdarî bûn.

Bername, bi xwendina Qurana Pîroz a ji teref Îsmaîl Şahbaz Xoce ve hat xwendin dest pê kir.

Dûre Lêkolîner û Nivîskar Osman Gulebak, derheqê jîyan, micadele û şehadeta şehîd de agahîyan da.

Gulebak îfade kir ku Şehîd Îrdem li hember zilmê bi tevî îmana xwe serê xwe netewand û ji bo bawerîya xwe jî li hember tu zilmekî tu gavekî paşve neavêt.

Bername bi duakirina ji teref Abdullah Zengîn ve dawî bû.

Herî dawîn beşdarvanan gora şehîd Abdusselam Îrdem zîyaret kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Dîyarbekirê kesekî ji bo namûsê bi çek hate birîndarkirin
Li Diyarbekirê ajokarekî dema ku otomobîla xwe diajot, ji ber krîza dil mir
derbarê panela "Têkiliya bi Maddeyan re" ya ku dê li Dîyarbekirê were lidarxistin daxuyanî da
Li dadgeheke Stenbolê 25 kîlo zêr û 55 kîlo zîv hatin dizîn
Divê xeta trênê ya bilez di navbera Dîyarbekir û Stenbolê de hebe