Şehîd Hasan Saklanan li ser gora xwe hat bibîranîn

Hasan Saklananê ku ji zilma li Xezzeyê re bêdeng nema û li Filistînê hat şehîd kirin, li ser qebrê xwe hat yadkirin

Mele Hasan Saklananê ku ji Rihayê ye û li Filistînê ji teref sîyonîstan ve hat şehîdkirin bi bernameya ku hat lidarxistin, di salvegera şehadeta xwe de hat yadkirin.

Li ser qebrê şehîd Hasan Saklanan bername hat lidarxistin. Cemîyeta Mustezefan li ser qebrê şehîd Hasan Saklanan bernameyek li dar xist.

Serokê Rihayê yê HUDA PARê Faruk Polat, temsîlkarê saziyên civakên sivîl û gelek kes beşdarî bernameyê bûn.

Rihayî alên Tewhîdê hildan û slogana qehr bibe îsraîl avêtin.

Mela Sînan Unel li ser qebrê şehîd axaftinek kir û got: “Şehîd di ber dawa muqeddes de can dane. Xwîna xwe rijandine. Heger îro em li ser qebrê şehîd Hasan Saklanan nebin, wê sîteman li me bikirana. Lewra şehîd naxwazin werin jibîrkirin. Lewra şehîd nayên jibîr kirin. Divê neyê jibîrkirin jî. Em mînetdarê temamî şehîdên Îslamê û Filistînê ne. Xwedê rihê temamî şehîdan şad bike. Meqamê wan cennet bike. Xwedê me ji şefaeta wan mehrûm neke.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar