Şekir floraya dev xera dike û rizandina diranan lezdartir dike!

Pispora Periodontolojiyê Dr. Endama Hîmdarî Nihal Bahar diyar kir ku bikaranîna zêde ya şekir dibe sedema çêbûna rizandina diranan û weha got: “Şekir floraya dev û pêkhateya tûkê diguherîne û bi vî rengî hawirdoreke asîdî ava dike.”

"Hişyariya pisporan beriya cejnê: Şekirên zeliqok rîska riziyana diranan zêdetir dikin"

Dr. Endama Hîmdarî Nihal Bahar bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî şekirên zeliqok (yapışkan şekerler) rîska riziandina diranan zêdetir dikin. Bahar destnîşan kir ku di rojên wekî cejnê de ku şekir zêde tê xwarin, firçekirina diranan an jî şajonkirina (çelqandina) dev di nav rêyên herî bi bandor ên kêmkirina rîska rizandinê de ne.

Bahar, beriya Cejna Remezanê derbarê bandorên nerênî yên şekir ên li ser tenduristiya diranan agahî dan. Şekir dibe sedem ku asîda di hawirdora dev de zêde bibe.

Pispora Periodontolojiyê Dr. Endama Hîmdarî Nihal Bahar bi bîr xist ku wekî di nav gel de jî tê zanîn, bikaranîna zêde ya şekir dibe sedema çêbûna riziyana diranan û weha got: “Şekir floraya dev û pêkhateya tûkê (tükürük) diguherîne û bi vî rengî hawirdoreke asîdî ava dike.”

"Dr. Bahar: Hemû cureyên şekir dibin sedema riziyana diranan"

Dr. Endama Hîmdarî Bahar da zanîn ku zêdebûna asîda di hawirdora dev de, dibe sedema nermbûna rûyê mînayê (mine) û çêbûna riziyanê.

Dr. Nihal Bahar derbarê cureyên şekir ên ku mînayê (emaye) lawaz dikin û dibin sedema riziyanê de agahî dan û weha got: “Hemû cureyên şekir li ser diranan xwedî bandoreke riziyander in. Hinek ji wan zêdetir, hinek ji wan jî kêmtir in. Di nav cureyên şekir de yên zeliqok, yanî yên ku demeke dirêjtir li ser diran dimînin, ji ber ku bi tûkê jî bi zehmetî tên paqijkirin, li gorî cureyên din ên şekir bêtir dibin sedema riziyana diranan.”

"Ji bo ku diran ne-riziyin divê çi bê kirin?"

Dr. Endama Hîmdarî Nihal Bahar derbarê wê yekê de ku gelo ji ber xwarina zêde ya şekir di cejnê de divê mirov ji riziyana diranan bitirse yan na, agahî dan û axaftina xwe weha bi dawî kir:

“Heke piştî xwarina şekir di cih de diran werin firçekirin, taybetmendiya riziyander a şekir ji holê radibe. Heke derfeta firçekirina diranan tune be, bi vexwarina avê an jî bi şajonkirina (çelqandina) dev a bi avê, bandora nerênî ya şekir a li ser diranan dikare hîn kêmtir bibe.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman Şewa Qedri de zî Gazze vîra nêkerde
Weqfa Yetîman beriya cejnê li Cizîrê rûyê bi sedan zarokên sêwî kenand
Yek jê giran 4 birîndar hene
Ji aliyê Nûnertiya Çinarê ya Weqfa Yetîman ve alîkarî ji bo 64 malbatên sêwî
Bexda û Hewlêrê li ser şandina petrolê bi rêya Tirkîyeyê li hev kirin