Sekreterê Giştî yê NY Guterres: Divê êrîş bi lez û bez bên sekinandin

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres, derheqê gihandina alîkarîya însanî a ji bo Xezzeyê de raporek pêşkêş kir. Di raporê de bal li ser qetlîam û xerakirinan hat kişandin û hat xwestin ku bila van êrîşan bên sekinandin

Sekreterê Giştî, di rapora xwe de, derheqê pileya xerakirina ku di encama êrîşan pêk têne û qetlilkirina sîvîlan de balan kişand, wî îfade kir ku “lazimatîya me ji sekina pevçûnan re heye”

Di raporê de hat îfadekirin, tê texmînkirin ku ji ber bombeyên giran ên ku li ser nifusên zêde têne bikaranîtin, “Heta niha ji sedî 60 xanîyên li Xezzeyê xera bûne an jî zerarê dîtine.”

Di raporê de hat diyarkirin Ajansa Alîkarîya Penaberên Fîlîstînî ya NY hemû koordînatorên tesîsên xwe yên li Xezzeyê bi hemû alîyan re parve dike lê ji 125 tesîsên sazîyê re 193 caran êrîş hatîye kirin. Di encama van êrîşan de 308 Fîlîstînî ên ku xwe sipartine wan sazîyan hatin qetilkirin û nêzê 1095 Fîlîstînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku “Ji destpêka êrîşên îsraîlê a li dijî Xezzeyê heta niha 294 caran êrîş li dijî navendên tenduristîyê re hatîye kirin. Di encama wan êrîşan de jî 600 kes mirine, 94 nexweşxane û tesîsên tibbî yên dinê û 76 ambûlans zerarê dîtine.”

Sekreterê Giştî di rapora xwe de derheqê hûrgilîyên rewşa însanî ya li bakurê Xezzeyê de agahîyan da û bal li ser lazimatîya alîkarîya însanî kişand. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê