Sekreterê Giştî yê NY Guterres: Divê ev dehşet bê dawîkirin

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres ku qetlîama li bajara Refahê ji teref îşxalkeran ve hat lidarxistin şermezar kir û got, “Divê ev dehşet bê dawîkirin.”

Sekreterê Giştî yê NY Antonîo Guterres, êrîşa ku rejîma îşxalker şeva borî li kampa konan a li Refahê ku Fîlîstînîyên ji cîhê xwe bûbûn di nav de dijîyan li dar xist şermezar kir.

Guterres derheqê meseleyê de li ser hîsaba xwe yê medyaya civakî daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de weha got:

“Ez, çalakîya îsraîlê ku dibe sedema mirina sîvîlên ku di vê herbê de dixwazin xwe biparêzin şermezar dikim. Li Xezzeyê cîheke ewle tineye. Divê ev dehşet bê sekinandin.”

Rejîma sîyonîst, ji konên Fîlîstînîyên ku ji cîhê xwe bûbûn di nav de bûn re di 26ê Gulanê de êrîşek li dar xistibû, di encama wê êrîşê de herî kêm 40 kes şehîd bûbûn. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Diyarbekir de 60 bedene ra yewina nêweşxaneyê girani a kerde xebate
Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin