Serdozgeriya Komarê ya Meletîyê: Di qezayê de 3 kes mirin û 41 kes jî birîndar bûn

Serdozgeriya Komarê ya Meletîyê ragihand ku di qezaya trafîkê ya li navçeya Doganşehirê ku otobuseke rêwîyan a navbajaran qulipî de 3 kes mirin û 41 kes birîndar bûn.

Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê derbarê qezaya ku otobuseke rêwiyan li navçeya Doganşehirê qulipî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di 3yê Gulana 2026an de, derdora saet 6:30ê êvarê, li Taxa Kelhalil a Navçeya Doganşehir a Meletiyê, otobûseke rêwiyan a navbajarî qezayek trafîkê ya ku bû sedema mirinan û birîndarbûnê çêbû. Di vê merhaleyê de, 3 welatiyên me canê xwe ji dest dane, 41 welatî birîndar bûne (5 ji wan rewşa wan giran e), û 22 welatiyên birîndar niha têne dermankirin. Lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Doganşehirê ve tê meşandin, ji hêla 3 dozgerên giştî ve bi baldarî tê meşandin. Em sersaxiyê didin malbatên kesên ku di qezayê de canê xwe ji dest dane û ji birîndaran re şifayê dixwazin." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin