Li dijî îşxalkerên Îtalyayê yên li Lîbyayê wekî "Şêrê Çolê" tê naskirin, 94 sal derbas bûn.
Umer Muxtarê ku li dijî desthilatdarîya kolonyalîst a Îtalyayê şer dikir, di 'emrê xwe yê 73 salî de hat girtin û hat îdamkirin.
Di sala 1922yan de li Îtalyayê faşîst hatin ser desthilatdarîyê û dest bi kolonîzekirina Lîbyayê kirin.
Di sala 1923yan de Umer Muxtar li bajarê Berkeyê tevgereke nû ya berxwedanê da destpêkirin û heta sala 1931an dewam kir.
Di 11ê Îlonê de ji aliyê Îtalîyan ve hate girtin. Di 15ê Îlona 1931an de di encama mehkemeya sexte de hate darizandin û cezayê îdamkirinê lê hate birîn.
Ew, li kampeke komkirinê bi aramîyek hêdî hêdî çû ser kursîya îdamê û li ber çavên bi hezaran Lîbyayîyan hate îdamkirin. Dema ku hat îdamkirin, ayetên dawî yên ku sûreya Fecirê dubare dikir: "Ey canê ku bi îmanek kamil û bi kirinên qenc re hatîye hizûrê! Çawa ku tu jê razî û ew jî ji te razî be, vegere bal Xwedayê xwe! Tevlî xizmetkarên min ên rast û dilpak bibe! Bikeve cenneta min!” (ÎLKHA)