Şerê ku di xirbe de despêkir li bajêr berdewam kir: 1 birîndar

Li Dîyarbekirê di xirbeya ku li Palukêya navçeya Sûrê ye de şer derket, şerê ku derket li qehweyekî navçeya Rezan berdewam kir. Di şerê çekdarî de kesekî birîndar bû.

Bûyer, di seatên serê sibehê li alîyê Kuruçeşmeya navçeya Rezan a Dîyarbekirê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li xirbeya Palukê di navbera alîgiran de gengeşî derket. Mirovekî di gengeşîya ku ji şer re vegerîya de hat derbkirin.

Hat diyarkirin ku alîgiran piştre li Kuruçeşmeya navçeya Rezan leqayê hev hatin. Li vê derê jî gengeşîyek derket û bi çekan li hev xistin.

Di encama şerê çekdarî de mirovekî ku hêj nasnameya wî nayê zanîn birîndar bû.

Mirovê birîndar bi ambûlansê ji Zanîngeha Dîcleyê re hat rakirin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno