Serfermandarê Giştî yê siyonîst: Em Xezzeyê îşxal bikin jî, em nikarin HAMASê têk bibin

Serfermandarê artêşa îşxalker Îyal Zamîr qebûl kir ku her çend Xezze were îşxalkirin jî, HAMAS ne ji hêla leşkerî ve û ne jî ji hêla siyasî ve nayê têkbirin.

Li gorî medyaya îşxalker, Serfermandarê Giştî Îyal Zamîr di civîna ewlehiyê ya roja Yekşemê de ku di bin serokatiya Serokwezîr Benjamin Netanyahu de hat lidarxistin, got ku "HAMAS ne ji hêla leşkerî ve û ne jî ji hêla siyasî ve nayê têkbirin."

Zamîr diyar kir ku êrîşa bejayî ya berfireh ku artêşa îşxalker amadekariyan dike ku bide destpêkirin wê bi mehan bidome û got ku îşxalkirina bajarê Xezzeyê bi tena serê xwe wê herî kêm şeş mehan bidome, lê kontrolkirina wê bi tevahî wê hîn dirêjtir bidome.

Rejîma Siyonîst bi piştgiriya Emerîkayê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve di êrîşên xwe yên li ser Xezzeyê de 64 hezar û 905kes kuştine. Her wiha 164 hezar û 610 kes jî birîndar bûne. Piraniya şehîdan jin û zarok bûn, bi sed hezaran sivîl jî bi darê zorê koçber bûn.

Ji ber birçîbûn û xelayê herî kêm 422 Filistînî, ku 145 ji wan zarok bûn, jiyana xwe ji dest dane. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno