Serîyyeyên Qudsê, baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, diyar kir ku operasyona Tofana Eqsayê, ku du sal berê dest pê kir, di dîroka berxwedanê de "merhaleyek werçerxî ya girîng" bû.
Daxuyaniya tevgerê ku gihîşt Navenda Agahdariya Filistînê wiha got, "Di Tofana Eqsayê de bi dehan leşkerên siyonîst hatin kuştin û gelek ji wan dîl hatin girtin. Berxwedanê di vê heyamê de şehîd, birîndar û dîl girt; lêbelê, ji wê demê ve têkoşîn qet nesekiniye."
Serîyayên Qudsê diyar kirin ku hêzên dagirker li Xezzeyê "şerekî dîn û wêranker" dimeşînin, lê berxwedan hîn jî windahiyên giran dikişîne. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tu şerê psîkolojîk an hewldanên wêrankirinê berxwedanê rawestînin."
Daxuyaniyê tekez kir ku "çeka berxwedanê dê qet neyê xwarê heya ku îşxalkerî berdewam bike," û da zanîn ku êsîr tenê dê "bi peymanek danûstandina bi rûmet, bidawîbûna şer û rakirina dorpêçê" werin berdan.
Serrîyeyên Qudsê diyar kirin ku armanca berxwedanê rizgarkirina tevahî ya axan û bidawîanîna dagirkeriyê ye û gotin, "Operasyonên pêşerojê dê berdewamiya pêvajoya westandina dijmin bin."
Di daxuyaniyê de her wiha bi navê "biratiya di xwîn û çekan de" spasiya taybet ji Hizbullaha Lubnanê re hat kirin û hat gotin, "Wan di vî şerê pîroz de serokên xwe yên herî navdar û mucahîdên xwe feda kirin. Silav ji hemûyan re, bi taybetî ji Seyîd Hesen Nesrullah re."
Serîyên Qudsê her wiha spasîya Tevgera Ensarullah a li Yemenê kirin û gotin, "Ew du sal in ku ji bo piştgirîya Xezzeyê berdewam dikin ku rejîma sîyonîst hedef digirin."
Di dawiyê de, di daxuyaniyê de silavek taybet ji Komara Îslamî ya Îranê re hat şandin û bi gotina "Ew rasterast di sê qonaxên vî şerî de beşdar bûn û fermandarên xwe yên mezin, tevî şehîdê Filistînî Hec Remezan, feda kirin," bal kişand ser beşdariya Îranê. Ew beşek girîng a berxwedanê ne. (ÎLKHA)