Serlêdanên tayînkirina mamosteyan destpê kir

Ji teref MEBê ve ji bo sala 2025an 15 hezar mamosteyên wê bên tayînkirin serlêdan îro dest pê kir. Ji bo 15 hezar mamosteyan 76 branş hat diyarkirin.

Ji teref Wezareta Perwerdehiyê ve ji bo sala 2025an 15 hezar mamosteyên wê bên tayînkirin serîldan îroj destpê kir.

Mamosteyên namzetên wê serlêdanên xwe heta 5ê Gulanê karibin li ser sîteya Malpera Wezaretê bikin.

Li giştiyê welat qedên îhtiyac jê hene hatin tespîtkirin.

Di tayînkirina 15 hezar mamosteyî de 76 branş hatin diyarkirin.

Ji teref Wezareta Perwerdehiyê ve herî zêde 5 branşên tayînkirin wê bê kirin bi 4 hezar û 378 kontenjanan mamosteyên polê ye.

Piştî mamosteyên polê, bi 3 hezar û 87 kontenjanan mamostetiya perwerdehiya taybet, bi hezar û 802 kontenjanan mamostetîya malûmatê exlaq û çanda dînî, bi hezar û 321 kontenjanan mamostetîya berya mektebê û bi 757 kontenjanan mamostetîya îngîlîzî teqîp kir.

Li gor qadan rêjeya tijebûna li giştiyê welat dîqet hat girtin û kontenjanên hatine girtin hat diyarkirin.

Namzetên heqê beşdarbûna îmtîxana gotinê qezenc kirine di 7ê Gulana sala 2025an de wê li ser malpera MEBê îlan kirin.

Ji bo aqademîya perwerdehîyê 10 hezar mamosteyên wê bê îstîhdamkirin jî teqwîmê pişt re bê ragihandin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê