Serma û baran felaketa li Xezzeyê girantir dike

Baran û bahozên ku tesîrdar in, ji bo bi sed hezaran xelkê Xezzeyê yên ku di konan de dijîn, metirsiya xeniqînê, nexweşî û sermayê zêde kiriye.

Baran û bahozên dijwar ên li Xezzeyê zêde bûne, şert û mercên jiyana bi sed hezaran Filistîniyên ku ji ber êrîşan bi mehan e ji cih û warê xwe bûne, xirabtir kirine. Hewaya sar, bayên bihêz û barana zêde malbatên ku di konên bêparastin de dijîn, bi krîzeke mirovî ya mezin re rû bi rû mane.

Gelek konên ku li deverên nizm hatibûn danîn, di bin avê de man û bayên bihêz gelekên din jî kokên xwe rakirin. Gelek malbat, di nav de zarok jî hebûn, neçar man ku şevê li derve derbas bikin. Rewşa hewayê ya heyî rasterast bandor li zêdetirî 250.000 kesan ji nêzîkî 1.5 mîlyon mirovên ku di stargehên demkî de dijîn kiriye.

Hat ragihandin ku gelek kon, bi taybetî li Xan Yûnis û li seranserê Xezzeyê, di bin avê de mane û hinek ji wan bi tevahî wêran bûne.

Gelek malbat, ji ber ku nikarin cîhekî din ê stargehê bibînin, neçar dimînin ku xwe di avahiyên zirardar de bigirin ku talûkeya hilweşînê heye. Krîz ji ber astengkirina ketina xanîyên mobîl, materyalên avakirin û tamîrkirinê ji hêla dagirkerên siyonîst ve hîn kûrtir dibe.

Ji ber şert û mercên hewayê yên dijwar ên di meha Kanûnê de, heta niha li Xezzeyê 17 Filistînî, di nav de 4 zarok, mirin. Tê ragihandin ku nêzîkî %90ê navendên ku mirovên ji cih û warên xwe dihewînin di bin avê de mane û dorpêç û êrîşên berdewam krîza mirovî roj bi roj xirabtir dikin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno