Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê Mîtînga ‘Ji Tofana Eqsayê Re Destek’ li dar dixe

Serokê Bajara Êlihê yê HUDA PARê Davut Şahîn, dîyar kir ku ew di 12ê Mijdarê roja Yekşemê de bi şîara ‘Ji Tofana Eqsayê Re Destek’ mîtîngek li dar dixin.

Şahîn destnîşan kir ku ew ê mîtîng di seat 13.00an de li ber Şaredarîya Êlihê bê lidarxistin û bang li xelkê kir ku bila hemû evîndarên Quds û Mescîdî Eqsayê beşdarî mîtîngê bibin.

Davut Şahîn di axavtina xwe de bal li ser qirqirin û komkujîya rejîma îşxalkeran a ku ev bû 33 roj e li Xezzeyê li dar dixe kişand û got her roj ku diçe ev êrîş zêde dibin.

Serokê Bajara Êlihê yê HUDA PARê Şahîn îfade kir divê ji ev êrîşan re di dinyayê de bertekên mezin bên nîşandan û dûre weha got, “Lazim e hemû kesên ku dibêjin em însan in ji ev wehşet û qetlîaman re bertekê nîşan bidin. Di vê çarçoveyê de em wek HUDA PARê heta niha tu qet nesekinîne û daîma di sehayê de bûne û me dengê xwe bilind kirîye. Me anît ziman ku em li cem birayên xwe yên Xezzeyê ne, li cem hêz û komên berxwedanê ne û em li hember îsraîlê bertekê nîşan didin.”

“Em bang li xelkê dikin ku bila destekê bidin mîtîngê”

Şahîn diyar kir ku ew bi Serokatîya Bajara Êlihê yê HUDA PARê wê di 12ê cotmehê roja Yekşemê de li Êlihê mîtîngekî mezin tertîp bikin, “Em ê di vê mîtîngê de îsraîlê lenet bikin. Em ê bînin ziman ku em li cem komên berxwedanê û ‘Tofana Eqsayê’ ne. Di vî warê de em hemû xelkê Êlihê, terefan û welatîyan banga destekdayîna ji ev mîtîngê re dikin.”

“Divê hemû kes bertekê nîşan bidin”

Şahîn di dawîya axavtina xwe de îfade kir ku cîhê Mîtîngê li ber Camîya Yildiz a ku li Bûlwara Tûrgût Ozalê ye û di seat 13.00an de dest pê bike.

“Gerek xelkê me berîya dest pê kirina mîtîngê werin cîhê mîtîngê ku em tertîpekî çêbikin. Li gorî me lazim e ku mirovên dibêjin em ehlê wijdan in û însan in ji êrîşa melun, meşum û komkujîya îsraîlê re bertekê nîşan bidin. Ji ber vê yekê em li Êlihê dengekî mezin derxînin ku bila dengê me biçe hem micahîdên li Fîlîstînê hem jî di warê sekinandina wehşeta ku îsraîl pêk tîne de bibe destek bixebitin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Batmanê du otomobîl serî bi serî li hev ketin: 3 birîndar
Li navçeya Erxeniyê ya Dîyarbekirê, zilamekî piştî nîqaşekê xezûr û bûrayê xwe kuşt
Di qezaya otomobîl û qamyonekê de 2 kes mirin û yek jî bi giranî birîndar bû
Li peravên Îzmîrê 59 koçberên neqanûnî hatin xelaskirin
Li depoya emanet a Dadgeha Dîyarbekirê bi sedan fişek winda bûn