Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê derheqê Narîna winda de weşanek parve kir

Serokatîya Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê, daxwaz kir ku bila Narîn Gurana 8 salî ku 4 roj berê winda bûbû bê dîtin ji malbata wê re bê teslîmkirin.

Ji Narîna biçûk a 8 salî ya ku 4 roj berê li navçeya Rezan a Dîyarbekir wenda bûbû, hîna jî ti xebereke baş nehatine girtin.

Narîn Gûrana 8 salî ya ku li Taxa Tawşantepeyê, piştî ku 4 roj berê beşdarî Qursa Quranê bû careke din agahî jê nehat. Dema Narîn Gûran piştî qursê venegeriya malê, malbat û gundî dest bi lêgerîna wê kirin.

Xebatên lêgerînê yên ku AFAD, JAK, tenduristî, cendirme, ekîbên Lêgerîna Binê Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û kûçikên bîhnxweş û helîkopterên hewayê jî piştgirî didin, hê ti encamek derneketiye.

Serokatiya Bajêra Diyarbekirê ya HUDA PARê di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ji rayedaran xwest ku ji bo Narîna winda bê navber xebatên lêgerînê bidomînin û ji welatiyan xwest ku hesasiyetê nîşan bidin.

Li ser hîsaba medyaya civakî ya Serokatîya Bajêr weha hat gotin:

“Keça me ya #naringûran a ku di 21ê Tebaxê roja Çarşemê piştî derketina Qursa Quranê winda bû ev 4 roj in winda ye.

Em hêvî dikin ku rayedar bi leztir xebatên xwe bidomînin û welatiyên me jî hesasiyetê nîşan bidin.

Em ji Xwedê hêvî dikin ku keça me ya nazik bi silametî û di zûtirîn dem de were cem malbata xwe.

#Narîn Güran li ku ye” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno