Serokatiya Navçeya Çinarê ya HUDA PARê ji bo bal bikşîne ser dersa kurdî ya bijarte esnafan ziyaret kir

Serokê Navçeya Çinarê ya HUDA PARê Azîz Tekdal û heyeta pê re li navenda navçeyê esnafan ziyaret kir û bal kişand ser dersa bijarte ya zimanê kurdî.

Ji bo balê bikşîne ser dersa kurdî ya ku yek ji dersên hilbijartî yên li dibistanên navîn, Serokê Navçeya Çinarê ya HUDA PARê Azîz Tekdal û heyeta pê re li navenda navçeyê esnaf ziyaret kirin.

Tekdal broşur li esnaf û welatiyan belav kir û ji millet xwest ku dersa kurdî ya bijarte hilbijêrin.

Tekdal der barê mijarê de daxuyanî da û got: “Roja dawî ya dersên hilbijartî yên dibistanên navîn 17ê Sibatê ye. Malûm ziman ayetên Xweda nin. Heqqê her milletî heye bi zimanê xwe bipeyivin, bixwînin, binivîsin û perwerdeyî bikin. Em partîya Hüdaparê ji gelê xwe dixwazin ku di dersên hilbijartî de dersa Kurdî hilbijêrin. Ji bo zarokên me bi zimanê xwe yê dayikê hînî xwendin û nivîsandinê bibin û zimanê xwe jibîr nekin. Em partîya Hüdaparê daxwaza me ew e ku kurdî bibe zimanê fermî yê 2yemîn û zimanê perwerdehiyê. Lê eger em têr nebînin jî, divê em vê îmkanê bi hilbijartina dersên bijarte yên kurdî bi kar bînin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno