Serokê Bajarê Amedê yê HÜDA PARê Zeynul Abidîn Gülsever: Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab

Serokê Bajarê Amedê yê HÜDA PARê Zeynul Abidîn Gülsever diyar kir ku xebatên binesazî û firehkirina rê yên ku li Seyrantepê berdewam dikin qerebalixiya trafîkê zêde dikin û ji bo vê rewşê bang li rayedaran kir ku peywira xwe bi cih bînin

"Serokê Bajarê Amedê yê HÜDA PARê Gülsever di derbarê pirsgirêka trafîkê ya li bajêr de daxuyanî da"

Serokê Bajarê Amedê yê HÜDA PARê Zeynul Abidîn Gülsever di derbarê pirsgirêka trafîkê ya ku li bajêr tê jiyîn de daxuyanî da. Gülsever diyar kir ku nexasim bi vebûna dibistanan re li ser xeta Seyrantepê qerebalixiya ku tê jiyîn welatiyan dike mexdur û destnîşan kir ku divê xebatên rê û binesaziyê yên ku berdewam dikin di zûtirîn dem de bên qedandin.

Gülsever anî ziman ku gava mirov ji Seyrantepê ber bi xeta fakulte û nexweşxaneyê ve diçe, beşek ji rê ji ber xebatên şaredarî û saziyên binesaziyê ji trafîkê re hatiye girtin; destnîşan kir ku ji ber vê yekê welatî neçar dimînin mesafeyên kurt di demeke dirêj de biçin.

Gülsever axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dibistan vebûne, xwendekar sibehê hewl didin ku bigihêjin dersên xwe. Lê ji ber qerebalixiya trafîkê xwendekarên me ji dersên xwe re dereng dimînin, welatiyên me dema ku nexweşên xwe dibin nexweşxaneyê û tînin pirsgirêkên girîng dijîn. Divê ev xebatên ku dibin sedem ku mirovan bi saetan dema xwe li ser rêyan derbas bikin, bi awayekî plankirî û lezbartir bên meşandin.”

“Pirsgirêka trafîkê ya Amedê bûye qangren”

Gülsever diyar kir ku xebatên firehkirina rê yên ku ji aliyê Rêyên Bejayî (Karayolları) ve tên meşandin jî ev demeke dirêj e nehatine qedandin û anî ziman ku pirsgirêka trafîkê ya li bajêr êdî gihiştiye asteke wiha ku ji nav derketina wê zehmet e.

Gülsever kayd kir ku Amed ne tenê bi qerebalixiya trafîkê, di mehên zivistanê de ji ber barîna berfê bi astengbûna veguhastinê û di hewayên baranî de jî bi çêbûna goletên avê yên li kolan û caddeyan re rû bi rû dimîne; tekez kir ku divê pirsgirêkên binesazî û veguhastinê bi awayekî topyekûn dest bi dest bên girtin.

Gülsever anî ziman ku di navçeya Rezanê (Bağlar) de hin xebatên peyarê nîvco hatine hiştin û ev rewş jî çûyîn û hatina welatiyan zehmet dike; destnîşan kir ku divê şaredarî û saziyên giştî yên peywendîdar xizmetan di wextê xwe de temam bikin.

Divê projeyên tramvayê, derbasgehên bin erdê û derbasgehên di astên cuda de (yên ku ji hev hatine veqetandin) bên pêkanîn

Gülsever, bi gotina ku divê ji bo pirsgirêkên veguhastinê yên Diyarbekirê çareseriyên mayînde bên pêşxistin, banga pêkanîna projeyeke tramvayê û her wiha avakirina tunelên di bin rêyan re û hevbendên rê yên di astên cuda de kir.

Gülsever bal kişand ku bi salan e li bajêr projeyên veguhastinê tên rojevê lê welatî li bendê ne ku xizmetên berbiçav bibînin; parlamenter, şaredarî û saziyên peywendîdar dawet kir ku zêdetir xwedî li pirsgirêkên Amedê derkevin.

“Xebat divê di demeke kurt de bên temamkirin”

Gülsever tekez kir ku divê xebatên rê yên li Seyrantepê êdî zêdetir neyên dirêjkirin û anî ziman ku bi hejmareke bes a makîneyên kar û karmendan xebat dikarin bên lezbartin.

Gülsever bal kişand ser wê yekê ku piştî temamkirina xebata rê dê pêvajoya asfaltkirinê jî dest pê bike û got ku divê welatî bi mexduriyetên ku dikarin bi hefteyan an jî bi mehan bidomînin re rû bi rû neyên hiştin.

Gülsever bang li rayedaran kir û van îfadayen bi kar anî: “Eziyeta bi vê rengî li welatiyên me kirin mafê kesî tune ye. Gelê Amedê li bendê xizmetê ye. Em wekî HÜDA PARê vê mexduriyeta ku gelê me dijî qebûl nakin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka trafîkê, lezbartina xebatan û gihîştina welatiyên me ya îmkaneke veguhastinê ya rehet, em ê bibin tiqîba vê mijarê û anîna pirsgirêkên ku tên jiyîn ser rojevê berdewam bikin.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêvajoya jidayikbûn û geşedana pinpinîkê hat qeydkirin
Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî