Serokê Bajarê Enqerê yê HUDA PARê Ahmet Karaarslan li hember provokasyona alaya LGBTÎ ya li ODTUyê bertek nîşan da

Serokê Bajarê Enqerê yê HUDA PARê Ahmet Karaarslan, li hember nîşandana ala LGBTyê ji aliyê komekê ve di merasîma mezûnbûnê ya ODTUyê de bertek nîşan da.

Nîşandana ala LGBT ji aliyê komekê ve di merasîma mezûnbûnê ya Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTU) li Enqerê de bû sedema nerazîbûnê.

Serokê Bajarê Enqerê yê HUDA PARê parêzer Ahmet Karaarslan di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û rexne li wê yekê girt ku merasîma mezûniyetê bi çalakiyên wiha tê rojevê.

Karaarslan di daxuyanîya xwe de wiha got:

"Li ODTU (Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn), ku divê ji ber destkeftiyên xwe yên akademîk di bin ronahiyê de be, komeke ku di merasîma mezûnbûnê de ala LGBT vekiriye, dikare çi nirxê bîne welat û gelê me? Şerm e... LGBT rêxistineke îdeolojîk a çewt e. Em ê heta kengî çalakiyên vê zîhniyeta qirêj tehemûl bikin?"

Karaarslan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku divê zanîngeh ji bo destkeftiyên xwe yên zanistî di bin çavan de bin û diyar kir ku ev kiryara ku tê nîqaşkirin zirarê dide nirxên civakî. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

İlacê vişêniya manewi Qur'an u sunneto
Şûşeyên araqê dibin sedema fikarê
Jiyana xwe ji dest da
Jiyana xwe ji dest da
Germahî gihîşt 45 pileyan