Serokê HÜDA PARê yê Amedê Zeynul Abîdîn Gulsever: Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê

Serokê HÜDA PARê yê Amedê Zeynul Abidin Gülsever, bi boneya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku divê zimanê dayikê wekî zimanê perwerdehiyê were qebûlkirin û bi garantîya qanûna bingehîn were parastin.

Gülsever diyar kir ku 21ê Sibatê ji bo hemû zimanên cîhanê rojeke watedar e û bal kişand ser wê yekê ku parastina zimanan û veguhastina wan ji bo nifşên nû, hem berpirsiyariyeke baweriyê ye û hem jî ya çandî ye. Gülsever anî ziman ku li herêmê zimanê dayikê di qada giştî de bi têra xwe cih nagire û daxwaza xwe ya ku bi taybetî Kurdî (Kurmancî û Zazakî) bibe zimanê perwerdehiyê dubare kir.

Gülsever di daxuyaniya xwe de cih da van îfadeyan:

“21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ye. Em jî wekî Amedî vê rojê ji bo hemû zimanên cîhanê pîroz dikin. Lê mixabin, em nikarin bibêjin ku di vê erdnîgariya ku em lê dijîn de, em dikarin bi zimanê xwe yê dayikê bi qasî ku dixwazin û di her qadê de biaxivin.

Her çend hinek zextên ku berê hebûn rabûbin jî, em nafikirin ku zimanê me yê dayikê di qadên giştî û di hemû saziyan de bi têra xwe cih digire.

Wekî ku Xwedêyê Teala jî diyar kiriye, ziman ji ayetên Wî ne. Ji miletên cuda re zimanên cuda hatine dayîn. Em jî wekî Kurd, dixwazin Kurmancî û Zazakiya xwe di dibistanan de wekî zimanê perwerdehiyê bibînin. Em daxwaz dikin ku ev yek bi garantîya qanûna bingehîn (anayasa) bê parastin.

Çawa ku Tirkî û Erebî di welatên xwe de bi azadî tên axaftin û wekî zimanê perwerdehiyê tên bikaranîn, em jî dixwazin li welatê xwe zimanê me yê dayikê di dibistan û saziyan de bi azadî were axaftin û wekî zimanê perwerdehiyê cih bigire.

Bi vê boneyê, ez 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pîroz dikim û hêvî dikim ku hemû ziman werin parastin û werin jiyandin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Weqfa Êtîman kampanyaya xwarina germ li Xezzeyê didomîne