Serokê Bajêr ê HÜDA PARê yê Diyarbekirê Zeynul Abidin Gülsever, di daxuyaniya xwe ya derbarê pirsgirêka trafîkê ya ku li bajêr her ku diçe kûrtir dibe de diyar kir ku; bi taybetî qerebalixa li ser arterên sereke (rêyên sereke) jiyana rojane ya welatiyan bi rengekî giran dixe bin bandora neyînî. Gülsever ji bo çêkirina sererastkirinên li ser rêyên bejayî û her wiha ji bo pêkanîna pergala sîstema bi ray ya sivik bang li rayedaran kir.
“Trafîk êdî gihîştiye asteke wisa ku mirov dernakeve nav”
Gülsever diyar kir ku di serê pirsgirêkên herî girîng ên Diyarbekirê de trafîk tê û wiha got:
“Hevwelatiyên min ên Diyarbekirî yên delal, wekî tê zanîn gelek pirsgirêkên Diyarbekirê hene. Lê belê di serê van de pirsgirêka trafîkê tê. Trafîk êdî gihîştiye asteke wisa ku mirov ji nav dernakeve. Em dixwazin ji bo çareseriya vê pirsgirêkê gavên lezgîn werin avêtin.”
“Di rêyên Riha û Xarpêtê de bi salan e tu pêşketin nîn e”
Gülsever bal kişand ku bi taybetî di rêya Riha û rêya Xarpêtê (Erxenî) de qerebalixeke zêde heye û diyar kir ku ev demeke dirêj e xebateke berbiçav nehatiye kirin:
"Nêzîkî 12 sal in li ser rêya Riha û rêya Xarpêtê ku ji girîngtirîn aksên veguhastinê yên Diyarbekirê ne, xebateke girîng nehatiye kirin. Qerebalixa trafîkê ya ku berê di saetên diyar de dihat jiyîn, îro li seranserê rojê belav bûye."
Gülsever destnîşan kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka trafîkê divê projeyên firehkirina rêyan, binerê û projeyên rêyên pirqatî bikevin meriyetê:
“Divê rêya Fakulteyê were firehkirin, li xalên pêwîst binerê (battı-çıktı) werin çêkirin û heke hewce bike wekî mînaka Seyrantepê pergalên rêyên pirqatî werin sepandin. Her wiha arterên navber jî divê mitleq werin sererastkirin.”
“Divê maseya krîzê were avakirin”
Gülsever ji bo çareseriya pirsgirêkê banga aqilê hevpar kir û tekez kir ku divê hemû beş bi hev re tevbigerin:
“Heke hewce bike divê maseyeke krîzê were avakirin. Divê hemû partiyên siyasî û rêveberên herêmî bên cem hev û rêyên çareseriyê bi hev re diyar bikin.”
Gülsever diyar kir ku ew rastî giliyên zêde yên welatiyan tên û destnîşan kir ku pirsgirêka trafîkê jiyana rojane zehmet dike û wiha got: “Mirovên me di çûna ser kar û birina zarokên xwe ya dibistanê de zehmetiyên mezin dikişînin. Pirsgirêka trafîkê êdî gihîştiye serê pozê xelkê.”
Projeya pergala sîstema bi ray ya sivik
Gülsever diyar kir ku Diyarbekir ji bo pergala rîlî ya sivik bajarekî guncaw e û destnîşan kir ku divê proje bikeve meriyetê:
“Pergala rîlî ya sivik bi salan e tê axaftin. Diyarbekir ji bo vê pergalê bajarekî guncaw e. Tevî vê yekê jî gaveke berbiçav nehatiye avêtin.”
Gülsever bi bîr xist ku ev mijar hatiye birin rojeva Meclîsê jî û bal kişand ser pirsnameya ku ji aliyê Parlamenterê HÜDA PARê Faruk Dinç ve hatiye dayîn.
“Êdî dema sepandinê ye”
Gülsever di dawiya daxuyaniya xwe de bang li rayedaran kir û van îfadeyan bikar anî:
“Di sala 2025-2026’an de erêkirinên pêwîst hatine dayîn. Em li benda wê yekê ne ku êdî derbasî qonaxa sepandinê bibe û ev pirsgirêk bi rengekî mayînde were çareserkirin.”