Serokê Cîhada Îslamî Nehale: Emê tu peymanekî ku wê agirbestekî berfireh garantî neke qebûl nekin

Sekreterê Giştî yê Cîhada Îslamî Zîyad en-Nehale, bal kişand ku ew wê li hember hemû peymanên ku ji berxwedana Fîlîstînê re rêyekî agirbestê veneke bisekinin.

Nehale, ji teşebûsên bireveberîya Emrîqayê ku derheqê êsîrên sîyonîst û serbestberdana wan de bikartînin re bersivê da.

Daxuyanîya Nehale li ser qenela Telegramê hat weşandin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Heta ku agirbestekî berfireh neyê îlankirin, hêzên îşxalê venekişin, îmarên nû neyên çêkirin û mafên xelkê Fîlîstînê neynê gerentîkirin û çareserîyekî sîyasî yê net neyê çêkirin em bal dikşînin ku wê beşdarî tu peymanekî nebin.”

Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye jî diyar kiribû teklîfa ku di civîna li Parîsê hat lidarxistin de û derheqê serbest berdana êsîran û sekinandina êrîşan de hatibû girtin ji wan re gihaştîye.

Henîyye îfade kir ku niha ew di merhaleya nirxandina teklîfê de ne û ew ê ji vê teklîfê re bersivê bidin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno