Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, ji ber êrişa ku li dijî ofîsa wî ya li Hewlêrê pêk hatî, peyama "derbasbûyî be" ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re şand û êriş bi tundî şermezar kir.
Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, ji bo êrişa ku di 17ê Tebaxê de ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya li navçeya Pirmamê ya Hewlêrê kiribû hedef, peyama "derbasbûyî be" şand.
"Divê pirsgirêk ne bi rêya pevçûnê; bi diyalog û rêbazên aştîyane bêne çareserkirin"
Yapıcıoğlu diyar kir ku ew ji ber êrişê xemgîn û nîgeran e û van îfadeyan bi kar anî: "Ez ev êrişa ku kesayetiya we û saziyên Rêveberiya Herêma Kurdistanê dike hedef bi tundî şermezar dikim. Nebûna windahiya can di êrişê de cihê teselliyê ye."
Yapıcıoğlu teqez kir ku ew li dijî her cûre êrişên li ser ewlehî û îstîqrara herêmê ne û got: "Em bawer dikin ku divê pirsgirêk ne bi rêya pevçûn û tundiyê; bi diyalog, têgihiştina dualî û rêbazên aştîyane bêne çareserkirin."
"Em daxwaza 'derbasbûyî be' ragihînin birayê me yê gelê Kurdistanê"
Yapıcıoğlu hêvî kir ku hêzên li pişta êrişê û kujer di demeke kurt de bêne dîtin û wiha axivî: "Em hêvî dikin ku perda mijê ya li pişta vê êrişê bê ronîkirin û kiryarên wê di demeke kurt de derkevin holê. Bi vê wesîleyê em di kesayetiya we de daxwazên xwe yên 'derbasbûyî be' digihînin Rêveberiya Herêma Kurdistanê û birayê me yê gelê Kurdistanê"