Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu bertek nîşanî destheqê kêmtirîn da: Nebû, ev hesab xelet e

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, bal kişand ku rêjeya ji nû ve nirxkirina mûçeya herî kêm a nû jî di bin enflasyona salane de ye û weha got: "Nebû, ev hesab xelet e."

Yapicioglu di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê Xê da mûçeya herî kêm a nû ya ku hat diyarkirin 22 hezar û 104 Lîreye nirxand.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu weha got:

"Malbata çar kesan:

Sînorê birçîbûnê (bi tenê ji bo xwarinê tê xerckirin): 21 hezar TL.

Sînorê birçîbûnîyê (ji bo hemû hewcedarîyên bingehîn têr dike): 67 hezar TL.

Pêdivîya herî kêm a mehane ya karkerek tenê yê ezeb: 27 hezar TL.

Heqê herî kêm: 22 hezar TL.

Hûn dikarin bi vî pereyî debara xwe bikin?

Rêjeya zêdekirina kirê: Ji sedî 60,45

Rêjeya ji nû ve nirxandinê: Ji sedî 43,93

Enflasyona salane: Ji sedî 47

Rêjeya zêdekirina desteka meaşê kêmtirîn ji bo kardêran: Ji sedî 42,85

Zêdebûna mûçeya herî kêm: Ji sedî 30

Ev çênebû.

Ev hesab şaş e." (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Kanîreş de aşma nîsane de veure varena
Li Sêrtê barîna zêde ya baranê bû sedema lehî û herikandina erdê
Çima nabe ku di havînê de tekerên zivistanê werin bikaranîn?
Kurd piştî salan ji bo nasnameyê serlêdanê kirin
Hewaya biharê cihê xwe da ber teyrokê