Hevdîtina ku di Navenda Giştî ya Partîya Saadetê hat lidarxistin, ji çapemenîyê re girtî hat lidarxistin. Di hevdîtinê de Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr û Serokê Têkilîyên Derve yê HUDA PARê Huseyîn Îmîr jî hevaltîyê kirin.
Bi Serokê Giştî yê Partîya Saadetê re jî Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Saadetê Sabrî Tekîr û Parlamenterê Semsûnê Mehmet Karaman hevaltîyê kirin.
Di hevdîtinê de derheqê meseleyên li Tirkîyeyê û herêmî hatin gotûbejkirin. (ÎLKHA)