Serokê Giştî yê HUDA PARê Yapicioglu: Sîyonîzm, terorîzm e

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji êrîşa rejîma îşxalker ku êrîşî Refahê kir re bertek nîşan da û got, “Sîyonîzm, terorîzm e. Sîyonîzm, pileya herî bilind yê bêwijdanîyê ye.”

Balafirên rejîma îşxalker di seatên êvarê de li Refahê êrîşî konên ku Fîlîstînî di nav de dijîyan kirin, di êrîşê de herî kêm 40 Fîlîstînî şehîd bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji êrîşa îşxalkeran ku li dijî Refahê lidarxistin re bertek nîşan da.

Yapicioglu, li ser hîsaba xwe yê Xê weşanek parve kir û di weşana xwe de weha got:

“Sîyonîzm, terorîzm e. Sîyonîzm pileya herî bilind yê bêwijdanîyê ye. Sîyonîzm, çelika herî bin a bêexlaqîyê ye. Ger hemû însan werin cem hev û bibêjin bisekine jî ew ê wehş û hovên sîyonîst ji qirkirinê re berdewam bikin. Gotin qedîya! An ew ê însanîyet dest bi kar bike vê agirê bitefîne, an jî ew ê ev agir dinyayê bişewitîne, însanîyetê bikuje.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê