Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu aktîvîstên Fîloya Sûmûdê ziyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi aktîvîstên Fîloya Sumudê ku ji bo şikandina dorpêça li ser Xezzeyê ketin rê lê rejîma siyonîst li avên navneteweyî hatin girtin re hevdîtin kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Navenda Giştî ya Memur-Senê bi beşdarên "Fîloya Sumud" re civiya.

"Me dît ku birayên me hêj bêtir bi biryar bûn"

Yapicioglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê serdanê de daxuyanî da û di parvekirina xwe de ev tişt got:

"Me li baregeha sendîkayê serdana Alîkarê Serok û serokê bajarê yê Memur-Senê kir, çalakvanên ku beşdarî Fîloya Sumud bûn û li avên navneteweyî ji aliyê korsanên sîyonîst ve hatin revandin. Korsaniya siyonîst nekariye ruhê şerker ê birayên me bişkîne. Hemd ji Xwedê re, me dît ku birayên me hêj bêtir biryardar bûne."

"Têkçûna sîyonîzmê ne tenê meseleya demekî ye"

Yapicioglu, tekez kir ku dagirkeriya sîyonîzmê zû yan dereng ew ê bi têkçûneke mutleq re rû bi rû bimîne û daxuyaniya xwe bi van gotinan domand:

"Wijdanên hişyar ên mirovahiyê dê sîyonîzmê, dijminê mirovahiyê, têk bibin. Ev ne tenê meseleya demekî ye. Silav ji bo wan kesên ku li kêleka rastî, edalet û bindestan radiwestin."

Yapicioglu peyama xwe bi gotina "Ez dixwazim spasiya Birêz Alî Yalçin, Serokê Memur-Senê, û hevkarên wî yên ku bi Fîloya Sumud re derketin rê, ji bo pêşwaziya wan a germ û mêvandariya wan a xweş bikim" (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Bi baranê re ava Çemê Dîcleyê zêde bû
Li Amedê ji cîgirê mudir midaxeleya ku jiyan rizgar kir
Xwendekarên ku dixwazin bigihêjin dibistanên xwe bi kîlometreyan dimeşin
Pirsgirêka trafîkê ya li Amedê êdî gihiştiye asteke aloz û xirab
Rêya Batman-Bismîlî de wesayito ke sebze û meywe bar bîyê, qelibî