Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu bi Walîyê Êlihê Canalple hevdîtinê kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, di zîyaretên xwe yên du rojên dawîn ku li Êlihê li dar dixe de herî dawîn Walîyê Êlihê Ekrem Canalpê di meqamê wî de zîyaret kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, Walîyê Êlihê Ekrem Canalpê zîyaret kir. Di zîyareta ku nav germahîyê de hat kirin de, pirsgirêk û şîkayetên ku ji welatîyan bidestxistîye ji wî re anît ziman û di warê çareserîyê de jî fikr û ramanên xwe parve kir.

Hat destnîşankirin ku Yapicioglu, ji Walî Canalpê rewşa dawîn a bajarê standîye.

Yapicioglu di dema zîyaretê de axivî û îfade kir ku Êlih bi zêdebûna nifûs û mezinbûnê balan dikşîne.

Yapicioglu îfade kir ku ew berîya Êlihê jî dizane û demên ku hêj nifîsa bajêr 17 hezar bû jî tê bîra wî. Ji ev mezinbûn û pêşveçûna bajêr jî kêfxweş dibe, ji bo pêşeroja Êlihê jî hêvîyên wî hene. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di mizgefta dîrokî de çanda sunnetê ya ku 1387 sal in didome: Muqabele
Li Batmanê di êrîşeke bi çekan de 3 kes birîndar bûn
Rayîrê dewanê herêma Qerejdaxî xirabê
6 kes birîndar bûn
Divê zimanê me yê dayikê di dibistanan de bibe zimanê perwerdehiyê