Yapicioglu di parvekirina xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku Fîloya Cîhanî ya Sumud, ku du hefte berê ji bo şikandina dorpêça neqanûnî ya li ser Xezzeyê û gihandina alîkariya mirovî derketibû rê, li avên navneteweyî dîsa rastî êrîşa korsanên siyonîst hat.
Yapicioglu, destnîşan kir ku Sumud tê wateya "biryardariyê", û weha got:
"Çalakvanên li ser vê fîloyê bi biryar in. Dewletên ku ew temsîl dikin jî divê di parastina jiyan, maf û ewlehiya welatiyên xwe de bi biryar û samîmî bin.
"Wijdanê mirovahiyê rabûye ser piyan û ew ê sûcdarên qirkirinê û kesên ku bêkar mane bîne xwarê. Ev tenê meseleya demê ye." (ÎLKHA)