HUDA PAR piştî ku kongreyên xwe yên navçeyan li seranserê Tirkîyeyê temam kir û pêvajoya kongreya bajêr ji Entabê da destpêkirin, beriya kongreya mezin kongreyên xwe yên bajêr didomîne.
Hat ragihandin ku Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ew ê di 28ê Tebaxê de ji bo beşdarbûna 5emîn Kongreya Asayî ya Bajêr a Wanê ku ji hêla Serokatiya Bajêr a Wanê ya partiya wî ve bi dirûşmeya "Sîyaseta Dilsoz, Edaleta Rastîn" tê lidarxistin, serdana Wanê bike.
Yapicioglu ew ê di kongreyê de ji gelê Wanê re axaftinekê bike.
Kongreya Asayî ya 5emîn a Serokatiya Bajêra Wanê ya HUDA PARê, ku wê li Hola Konferansê ya Otêla Perwerdehiyê ya Wanê were lidarxistin, ew ê di saet 20:00an de dest pê bike.
Tê texmînkirin ku Yapicioglu di kongreyê de derbarê pêşketinên sîyasî yên heyî, armancên partîyê û hêvîyên raya giştî de daxuyaniyên girîng bide. (ÎLKHA)