Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji bêhurmetîya ji ayeta Quranê re bertek nîşan da

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji astengkirina pankarta ku ji teref hinek xwendekarên zanîngehê ve hat kirin re bertek nîşan da.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li hember hewldana hinek xwendekar û akademîsyenan a astengkirina xwendekarekî ku di merasîma mezûnbûna Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Yedîtepeyê de pankarta bi nivîsa "Çawa ku ji te re hatiye fermankirin rast be" nîşan da, bertek nîşan da.

"Pêşîyên wan jî tiştekî wisa kiribûn"

Yapicioglu di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Wan hewl da ku ayeta 'Çawa ku ji te re hatiye ferman kirin rast be' veşêrin. Pêşiyên wan jî heman tişt kiribûn. Yên ku kafir bûn gotin, 'Goh nedin vê Quranê; dema ku tê xwendin deng derxin, dibe ku hûn wê bifetisînin.' (Fussilet, 26) Her kes li gorî karaktera xwe tevdigere. Û kî di axaftinê de ji yê ku gazî Xwedê dike, karên qenc dike û dibêje, 'Ez yek ji Misilmanan im' çêtir e? (Fussilet, 33)" (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno