Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Ji bo sekinadina şîddet û hêstiran çi ji destê me we re em ê bikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu got, “Niha pêvajoyekî ku dimeşe heye; hedefa ‘Tirkîyeya Bêteror’ û dîsa bi tevî vêya tehkîmkirina cepheya navîn."

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, ji bo hinek zîyaretan bike çû Mêrsînê, li Tersûsê di Mizgefta Mezin de nimêja nîvroyê kir û derheqê rojevê de daxuyanîyan da.

Yapicioglu destnîşan kir ku ew ji bona ku pirsgirêkên cotkarên Mêrsînê ya ku ji qeşayê tesîrdar bûne gohdar bikin hatine li vê derê, ew tenê di dewra hilbijartinê de nayên cem xelkê, di dema hilbijartinê de werin û dûre biçin navenda xwe ya giştî ne sîyaseta wan e.

“Heger samîmîyet û îrade hebe ew ê ev çareser bibe”

Yapicioglu derheqê pêvajoya ku bi armanca “Tirkîyeya Bêteror” hatîye destpêkirin de axivî û got, “Tiştên ku di rojeva memleket de ne di heman demê de di rojeva me de ne jî. Niha pêvajoyekî ku dimeşe heye; hedefa ‘Tirkîyeya Bêteror’ û dîsa bi tevî vêya tehkîmkirina cepheya navîn… Rêyekî temînkirina tehkîmkirina cepheya navîn jî ev e ku dîyalog di zemînekî baş de bê meşandin. Em jî ji bona ku wê rêyê temîn bikin dixebitin. Xebata me ya herî mezin jî ev e ku gelo em ê zemîna biratîyê çawa dikarin qewettir bikin. Em derheqê pêvajoya nû de dibêjin ku pirsgirêkekî me heye, divê mitleqe ev pirsgirêk bê çareserkirin. Çareserkirina vê pirsgirêkê jî ne zehmet e, em hêvîdar in, bi îzna Xwedê ew ê çareser bibe. Garantîya tu tiştekî tineye lê tu tiştekî jî bi tena serê xwe çênabe. Em wisa difikirin heger samîmîyet û îrade hebe ew ê ev çêbibe. Em jî ji bona ku ev hedef bê dîtin û pêk bê, ji bona ku teror, şîddet, pevçûn, xwîn û rondik dawî bibin wek HUDA PARê çi ji destê me were emê wê micadeleyê nîşan bidin”

Yapicioglu bal kişand ku Mêrsîn bajarekî wisaye ku ji çar alîyê Tirkîyeyê bi cudahîyên sîyasî û nasnameyên nîjadî koç digre, “Di vî warî de Mêrsîn dikare mînakekî baş nîşan bide û bi vê mînakbûna xwe pêşîya Tirkîyeyê vebike. Di vî warî de em ji xûşk û birayên xwe yên Tersûsî hêvî dikin ku di nav sikûnetê de, di nav hizûr û aştîyê de vê pêvajoyê bimeşînin û alîkarîya pêvajoyê bikin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno