Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu, malbata Ozdemîrên erdhejzedeyên Mereşê ziyaret kir

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Mereşê Abdullah Ozdemîrê ku di erdheja 6ê Sibatê de xizmên xwe winda kiribû ziyaret kir.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di salvegera erdhejên 6ê Sibatê de li Mereşê rêze serdanan kir. Yapicioglu di çarçoveya vê yekê de serdana Abdullah Ozdemîr kir ku kur, bûka wî, nevîyê wî û birazîyê wî di erdhejê de winda kiribû.

Zekerîya Yapicioglu di dema serdanê de axivî û diyar kir ku êşa ku hatîye jiyîn pir mezin e û got, "Em li herêma erdhejê ne û em li ser vê erdnîgariyê dijîn. Girtina hemû tedbîrên pêwîst ji bo pêşîgirtina li êşên nû êdî ne hilbijartinek e, lê pêdivîyek e."

Yapicioglu tekez kir ku divê rastiya erdhejan neyê jibîrkirin û banga sepandina tedbîrên mayînde û cîddî li dijî felaketan, bi taybetî di derbarê ewlehiya avahiyan de kir, û diyar kir ku dewlet û hemû sazî di vê mijarê de mesul in.

Di dema serdanê de, ji bo kesên ku canê xwe ji dest dane dua hatin xwendin, û Yapicioglu sersaxî xwest û di vê dema dijwar de ji malbatê re sersaxî xwest.

Abdullah Ozdemîr û malbata wî jî ji ber vê serdanê kêfxweşiya xwe anîn ziman û ji bo piştgiriya wan spasiya wan kirin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno