Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu: Siyonîzm belaya serê hemû mirovahiyê ye

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, Cejna Remezanê li bajarê xwe Êlihê (Batman) pêşvazî kir. Yapıcıoğlu piştî nimêja cejnê daxuyaniyek da û bal kişand ser komkujiyên li erdnîgariya îslamê pêk tên.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, Cejna Remezanê li bajarê xwe Êlihê (Batman) pêşvazî kir. Yapıcıoğlu piştî edakirina nimêja cejnê, li gel welatiyan mûsafehe kir û cejna wan pîroz kir.

Yapıcıoğlu, hat Mizgefta Seyit Hüsnü Genç a ku li Taxa Gültepeyê ye û nimêja cejnê eda kir. Yapıcıoğlu yê ku beriya nimêjê guhdariya xutbeyê kir, piştî nimêjê cejna cemaata mizgeftê pîroz kir. Yapıcıoğlu yek bi yek bi welatiyan re cejna hev pîroz kirin û peyamên yekîtî û bihevrebûnê dan.

Zekeriya Yapıcıoğlu yê ku li derketina mizgeftê ji rojnamevanan re daxuyanî da, Cejna Remezanê li hemû Ummeta Îslamê pîroz kir. Yapıcıoğlu diyar kir ku Meha Remezanê li pey xwe hîştin û weha got:

"Meha Remezanê ya ku destpêka wê rehm (rahmet), navîna wê mexfîret û dawiya wê jî rizgariya ji azaba dojehê ye; înşellah Ummeta Mihemed bi awayekî şayîstî jê sûd wergirtiye. Em careke din hemd û senayan ji Xwedê re dikin ku em gihandin cejneke xweş."

"Yapıcıoğlu: Siyonîzm gefa herî mezin e li ser aştiya cîhanê"

Yapıcıoğlu diyar kir ku ew cejnê bi dilsizî dijîn û van îfadeyan bi kar anîn:

"Lê belê em cejnê bi dilsizî dijîn. Mîna gelek cejnan, di vê cejnê de jî dîsa li ser beldên (welatên) îslamê bombeyan dibare; di serî de Geze û Filistîn, Îran, Libnan û Efxanistan... Li gelek deran mumîn, dîsa di nav halekî bi tengasî de cejnê îdrak dikin. Me her gav got, em careke din dibêjin: siyonîzm, bi rastî belaya serê hemû ummetê û heta belaya serê hemû mirovahiyê ye. Astenga herî mezin a li pêşiya aştiya herêmê ye û gefa herî mezin e ku berê xwe daye aştiya cîhanê."

"Yapıcıoğlu: Heyf ku siyonîzm hêza xwe ji parçe-parçebûna me digire"

Yapıcıoğlu diyar kir ku siyonîzm hêza xwe ji belavbûn û parçe-parçebûna ummetê digire û weha got:

"Mixabin siyonîzm, hêza xwe ji belavbûna me digire. Belkî di rojên cejnê de yên ku divê bibin yekker û hemû cudahî û daxwazên cihê werin aliyekî; heke hîna jî ji ber cudahiyên mezhebî an jî etnîkî mirov pişta xwe bidin hevdu, wusa xuya dike ku ev rewş dê demeke dirêj berdewam bike. Ez ditirsim ku heta ev belavbûn, ev dûrbûn û ev piştdana hevdu berdewam bike, dê ev zulm jî berdewam bikin."

"Yapıcıoğlu: Hêviya me wehdet û îttîhad e"

Yapıcıoğlu hêvî kir ku Remezan bibe xala werçerxanê ji bo ummetê û weha got:

"Ez temenî dikim (hêvî dikim) ku ev Remezan; bibe Remezana dawî ya ku tê de Ummeta Îslamê pişta xwe dide hevdu, ji hev dûr dikeve an jî qazanên fitneyê tê de tên kelandin, înşellah. Di Cejna Qurbanê ya bê de an jî di cejnên Remezanê yên piştî vê de; em şiyarî cejneke wusa bibin ku tê de wehdet (yekîtî) pêk hatibe, îttîhad (yekîtî/hevkarî) çêbûbe, em hatibin bal hev û li dijî dijminên hevpar em karibin bi hev re tevbigerin. Ez temenî dikim ku Ummet, cejnê bi vî rengî pîroz bike."

"Yapıcıoğlu: Bila em bigihîjin cejnên ku em ê wekî cejnê bijîn"

Zekeriya Yapıcıoğlu, diyar kir ku ew dua dike ku cejn bi wateya xwe ya rastîn werin jiyîn û weha got:

"Xwedê Teala; me bigihîne cejnên wusa ku em ê cejnê wekî cejnê bijîn, bi rastî ne dilsizî be û em bi şahî pêşvaziya wan bikin, înşellah."

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Pêşniyarên pisporan ji bo derbaskirina Cejna Remezanê bi tendurustî
Êm cejnê bi awayekî heqî îhya bikin
Xelk di mizgeftan de cih ne dît
Mesajê Eyda Remezani
Peyama Cejna Remezanê ji Serokê Navçeya Çinarê yê HUDA PARê