Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu: Tesîskirina biratîyê ya di nav ummetê de encax bi Îslamê mimkin e

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu di bernameya fitarîyê ku ji teref Serokatîya Bajarê Stenbolê yê partîyê Wî ve hatibû tertîpkirin de axivî.

Serokatiya Bajarê Stenbolêya HUDA PARê, bernameyek fitarîyê tertîp kir û ji bernameyê re gelek rayedarên Sazîyên Civakên Sivîl, Akademîsyen, Perwerdekar, Rojnamevan, Nivîskar, Alim û Rîspî beşdarî bûn.

Serokê Giştiyê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglû di bernameya fitarê de axavtinek kir û weha got, “Em wek ummeta Îslamê divê pirsgirkên di nav xwe de, li gorî Xwedê û Resûlê Xwedê nîşanê me dane yanê di bingeha edaletê de çareser bikin. Ev çareserkirin jî hem wek ferdî hem jî wek civakî ew ê menfeata me be.”

Yapicioglû destnîşan kir, hewceye dev ji menfetên biçûk bên berdan û meseleyên ummetê di nav yekîtiyê de lê bê nêrîn û hewceye pêşevanî ji maslahata ummetê re bê nîşandan.

Yapicioglu, “Divê em di vê meseleyê de hem ji bona ku meseleyên nav welatên xwe hem jî mesleyên li alema Îslamê weka Sûrîye, Filistîn, Sûdan û Misirê çareser bikin tewrekî nîşan bidin.”

Di bernameyê de Yapicioglû pêvajoya li sûriyeyê jî nirxand û îfade kir encax bi Îslamê edaleta rastîn bê temînkirin. “Ji bona ku Misilmanan hêvîyên xwe winda nekin divê ku em ji meseleya Sûrîyeyê re bi hesabên biçûk lê nenêrin. Divê em ji Sûrîyeyê re şoreşekî wek ku gelê Misiman pêk anîtine binêrin û ji bona vêya jî divê li wê derê sîstemekî ku Xwedê jê razîye bê damezrandin. Ev sîstem jî sîstema Îslamê ye. Edalet encax bi Îslamê hakim bibe.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar