Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu Tevlî Merasîma Bîranîna Qetlîama Srebrenîtsayê Bû

Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, ji ber merasîma bîranîna sala 31ê ya Qetlîama Srebrenîtsayê li Bosna-Hersekê ku lê bû, çend serdan pêk anîn.

Serokê Giştî yê HÜDA PARê Yapıcıoğlu Tevlî Merasîma Bîranîna Qetlîama Srebrenîtsayê Bû

Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu ku ji bo tevlîbûna merasîmên bîranînê yên ku ji bo sîvîlên di qetlîama ji aliyê artêşa Serb ve li Srebrenîtsayê hate kirin de hatibûn kuştin çûbû Bosna-Hersekê, li Potoçarî bû şirîkê êşa Musulmanên Boşnak.

Ji bo 8 hezar û 372 Musulmanên Boşnak ku di Qetlîama Srebrenîtsayê de hatibûn kuştin, di sala 31ê ya qetlîamê de li Bosna-Hersekê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Yapıcıoğlu yê ku tevlî merasîmê bû, li Goristana Abîdeyê ji bo qurbaniyên ku di qetlîamê de hatibûn kuştin dua kir. Yapıcıoğlu ku serdana Muzeya Suçên li Dijî Mirovatiyê û Qetlîamê jî kir, li vir deftera bîranînê îmze kir û peyamên girîng dan.

“Li cihên ku şaristaniya me jê vekişiyaye, zilm û qetlîam pêk hatine”

Yapıcıoğlu di nivîsa ku ji bo deftera bîranînê ya muzeyê nivîsî de ev îfade bi kar anîn: “Qetlîama ku di dîroka nêzîk de li Bosnayê hate kirin careke din nîşan da ku li cihên ku şaristaniya me ya ku mafî di ser hêzê re digire jê vekişiyaye, zilm û qetlîam pêk hatine. Wekî ku Alîya yê rehmetî gotiye, Rojava çi zaman nebûye xwedî şaristanî. Hem teorîk hem jî pratîkî sabît e ku aştîya global û bi hev re di nava aşitiyê de jiyana mirovan ên xwedî baweriyên cûda, bi serdestbûna Îslama ezîz û bi destxistina hêzê ya ji aliyê Musulmanan ve girêdayî ye. Mîmê şaristaniya heyî daketiye, bûye 'deniyet' (fesadî/rezelat). Heke pirtûk, mîzan û hesin yanî hêz û desthilatdarî bi hev re bin, hevsengî (balans) çêdibe, edalet serdest dibe, hêsirên çavên mezlûman disakine. Ji bo vê yekê em mecbûr in ku xebat, cehd û xeyreta xwe zêde bikin. Reva kirina yekîtiya xwe û kombûna hêza xwe li ser me wacib e. Bi ûmid û duaya dîtina wan rojan a bi çavên cîhanê, di serî de birayên me yên ku di Qetlîama Srebrenîtsayê de şehîd bûne, ji bo hemû şehîdên me ji Xwedê rehmê dixwazim.”

Yapıcıoğlu ku serdana cihên dîrokî yên Bosna-Hersekê jî kir, rastî eleqeyeke mezin a welatiyên Boşnak û welatiyên Tirkiyeyê yên ku ji ber salvegera qetlîamê li Bosna-Hersekê bûn hat. Di dema serdanê de Serokê Têkiliyên Derve yên HÜDA PARê Hüseyin İmir jî bi Yapıcıoğlu re bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çolig de Telebeyê Liseyi yo ke Layê Periye de Xenax Bi, Diniya Cı Erziya
Li mala xwe mirî hat dîtin
Qetlîama li navenda Ewropayê hat kirin
Li Şilbê mirî hat dîtin
Divê em zewaca xortan hêsan bikin