Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapıcıoğlu bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Bahadîn re hevdîtin kir

Serokê Giştî yê HÜDA PARê Zekeriya Yapıcıoğlu, Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn li navenda giştî ya partiya xwe malovajî kir.

Hevdîtina di navbera Yapıcıoğlu û Bahadîn de ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

Hat hînbûn ku di hevdîtinê de bi taybetî li ser Sûriye û Iraqê, geşedanên herêmî û pêvajoya ku li Tirkiyeyê berdewam dike, danûstandina bîr û rayan hate kirin.

Yapıcıoğlu derbarê xebatên komîsyonê û pêvajoyê de agahî dan; hat diyarkirin ku Yapıcıoğlu raporên ku ji aliyê partiya wî ve li ser pêvajoyê hatine amadekirin û pêşniyaznameya qanûnî ya derbarê sererastkirinên hiqûqî de pêşkêşî şandeya Yekgirtûyê kiriye.

Di şandeya HÜDA PARê de Cîgirê Serokê Giştî Şahzade Demir û Alîkarê Serokê Giştî Hüseyin İmir amade bûn; di şandeya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê de jî Serokê Têkiliyên Derve Mihemed Hawdiyanî û Nûnerê Tirkiyeyê Lokman Baskadery cih girtin.

Hevdîtin, piştî pêşkêşkirina diyariyên dualî bi dawî bû.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezaya Darayêni Çoligi de adiro ke cayê vaşine de veciya, amê kışene
Ji pisporan li dijî germên bi şewat hişyariyên krîtîk
Xortê ku dema masiyan digirt ket Çemê Xabûrê winda bû
Îşkence li zindanên rejîma sîyonîst berdewam dike
Di mezûnîyetê de ji ayeta Xwedê re tehemul nehat kirin