Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu li Konyayê bi karsaz, akademisyen û rûsipiyan re hat cem hev

Serokê Giştî yê Huda Parê Zekeriya Yapicioglu, li Konyayê ligel karsazên endamên HAKSİADê, rûspî, akademisyen û nûnerên saziyên civakî yên sivîl (STK) hat cem hev û derbarê rojevê de nirxandin kirin.

Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu, di çarçoveya bernameya xwe ya Konyayê de, di civîna ku li Komeleya Karsazan a HAKSİADê hat lidarxistin de ligel karsaz, rûspî, akademisyen û nûnerên STKyê hat cem hev.

Di hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî pêk hat de, geşedanên siyasî û aborî yên di rojeva welat de hatin gotûbêjkirin; her wiha pirsgirêkên ku cîhana karsaziyê pê re rû bi rû dimînin û pêşniyarên çareseriyê hatin nirxandin.

Yapicioglu, di dema civînê de pirsên karsazan bersivandin û nêrînên xwe yên derbarê rojevê de parve kirin. Hat diyarkirin ku bername bi şêwir û nirxandinên dualî bi dawî bûye.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno