Serokê Giştîyê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li Mêrsînê axivî: Divê Meseleya Kurd û pirsgirêka tundiyê tevlihev nebin

5emîn Kongreya Asayî ya Bajarê Mêrsînê ya HUDA PARê bi beşdariya Serokê Giştî Zekeriya Yapicioglu û Parlamenterê Mêrsînê Faruk Dînç li Qesra Kongre û Pêşangehê ya Şaredariya Bajarê Mezin hate lidarxistin.

Yapicioglu di kongreya ku bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir de axivî û derbarê çareseriya meseleya Kurd, makeqanûna nû, rewşa Xezzeyê û aboriyê de peyamên girîng dan.

Tekezî li ser Meseleya Kurd û Makeqanûna Nû

Yapicioglu di axaftina xwe de bal kişand ser xurtkirina cepheya navxweyî û avakirina hiqûqa biratiyê û got: "Divê pirsgirêka tundiyê ya çil salî û meseleya Kurd a ku sedsalek derbas kiriye, tevlihev nebin." Yapicioglu diyar kir ku bi rapora ku pêşkêşî komîsyona li Meclisê kirine beşdarî pêvajoya qanûna çarçoveyî ya 12 madeyî bûne ku bi 467 dengan bûye qanûn û wiha pê de çû: "Bi danîna çekan bi temamî re, çareseriya meseleya Kurd di çarçoveya heq û edaletê de wê hêsantir bibe."

Yapicioglu da zanîn ku makeqanûna heyî bersivê nade pêdiviyan û bang kir: "Divê em êdî ji Makeqanûna 1982yan a ku berhema derbeyê ye rizgar bibin û çêkirina makeqanûneke nû û sivîl a ku hemû beşan hembêz dike, zêdetir paş ve nexin."

Rexneyên li ser Lûtkeya Avhewayê û Xezzeyê

Yapicioglu li ser Lûtkeya Avhewayê ya COP31ê ya ku li Entalyayê berdewam dike bertek nîşanî welatên pîşesazî da û got: "Dema ku qirêjkerên sereke tên paşguhkirin, hewl didin fatûreya krîza gerdûnî li ser çandinî, ajeldarî û çêlekan bibirin." Yapicioglu behsa êrişên li ser Xezzeyê û felaketa lehîyê jî kir û wiha nirxand: "Tevî nifûsa du milyarî û hêza 30 trîlyon dolarî, negihandina alîkariyê ya welatên Îslamê ji bo Xezzeyê musîbeteke mezin e."

Peyamên lêpirsîna fonê û aboriyê

Yapicioglu derbarê lêpirsîna fonê ya di rojevê de ye axivî, banga seferberiya exlaq û manewiyatê kir û got: "Partiya dizan nabe; kî dest dirêjî mafê welatiyan bike divê bêyî derengmayîn teslîmî edaletê bê kirin."

Yapicioglu li ser daxwazên aborî û pirsgirêkên Mêrsînê jî rawestiya û got: "Me pêşnûmeya xwe ya qanûnê pêşkêşî Meclisê kir da ku mûçeyê herî kêm ê teqawidan bi mûçeyê kêmtirîn ê net re bê wekhevkirin." Her wiha Yapicioglu diyar kir ku "Cotkar bêyî ku bikeve bin deynan nikare zeviyê xwe biçîne; divê Qanûna Halê demildest bê derxistin" û da zanîn ku divê dahatên bendergeh û lojîstîkê li refaha gelê Mêrsînê vegere.

Salîh Demîr dîsa bû serok

Yapicioglu di dawiya axaftina xwe de xwest ku pêşnûmeyên wan ên li dijî madeyên hişbir û îdeolojiyên rêşaş bibin qanûn û ji kadroyên nû re serkeftin xwest. Di hilbijartina ku bi yek lîsteyê hate kirin de serokê heyî Salîh Demîr hemû dengên derbasdar wergirtin û dîsa wekî Serokê Bajarê Mêrsînê yê HUDA PARê hate hilbijartin. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Şertên Nimêjên Qesr û Cem'ê
Li Erziromê di mezinahîya 3,6an de erdhej
Welat ew ê vê hefteyê têkeve bin tesîra şilîyê
Hespên sêwak dîmenên balkêş nîşan dan
Riha de konwoyê vejiye rê hêrişê çekdarı de 5 kesî girewtî