Serokê HAMASê Henîyye îddîayên Reutursê derewand

Serokê Biroya Sîyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye, xebera Reutursê ku di xebera xwe de îddîa kiribûn ew bi Serokê Înqilaba Îslamî ya Îranê Ayetullah Seyyid Elî Xamenî re hevdîtinê kiriye derewand.

Henîyye derheqê îddîayê de daxuyanîyekî niviskî belav kir û di daxuyanîya xwe de weha got, “Em wek HAMASê destnîşan dikin van tiştên ku di xeberê de tênê îddîakirin nerast e, diyar dikin ku em ji belavbûna van xeberên bêesil bi xemgînî bihistîye û bang li ajansê (Reuters) dikin ku bila lêgerînan bikin.”

Reuters, di xeberekî ku îro weşandibû de, weha îddîa kiribû ku Xameneî ji Henîyye re di hevdîtinê de weha gotîye, “We di êrîşa 7ê Cotmehê de me agahdar nekirîye. Em ê ji bona we wê nekevin herbê. Encax desteka sîyasî û menewî bidomînin.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno