Serokê HAMASê Îsmaîl Henîyye hat şehîdkirin

Îsmaîl Henîyye Serokê Biroya Siyasî ya Hereketa Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) li Tehranê di encama sûîqestekê de şehîd bû.

Di daxuyaniya Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê de hat ragihandin ku Serokê Biroya Siyasî ya HAMASê Îsmaîl Henîyye li Tehrana paytexta Îranê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Henîyye û parêzvanê li mala ku lê diman hatin qetilkirin.

HAMASê jî bi daxuyaniyekê li ser hesabê xwe yê Telegramê şehadeta Henîyye piştrast kir.

Di daxuyanîyê de weha aht gotin:

“Henîyye li Tehranê di encama êrîşa siyonîstan de şehîd bû.”

Di çapemeniya Îranê de hat destnîşankirin ku dê hûrgiliyên bûyerê piştre bên ragihandin.

Henîyye doh beşdarî merasima sondxwarina Serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bû û bi Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê ayetullah Seyîd Elî Xemaneyî re hevdîtin kir. (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Atolyeya madenê ya 8 hezar û 800 salî hat dîtin
Ji bo komxebata mûsîbetên ku aramiya civakê têk dibin
Li gorî mezhebê Îmam Şafiî ferzên nimêjê çî ne?
Li Semsûrê motosîklet û otomobîl li hev qelibîn: kesek mir
Hênê caê zibilî seba ziraetî rê xeterî virazeno