Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Sûrîyeyê re civîya

Serokê Herêma Kurdistanê, li Antalyayê di Korbenda Dîplomasiya Antalya de bi Serokkomarê Sûrîyeyê Ahmed El-Şara re civînek li dar xist.

Ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve derheqê civînê de daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku herdu serok jî derheqê meseleyên herêmî de axivîne.

Daxuyanîya ku ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve hat dayîn weha ye:

“Îşev, în 11/04/2025 li çarçêweya beşdarîkirina Korbenda Dîplomasiya Antalya li Tirkiyê de, rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê bi birêz Ehmed Elşer' Serokkomarê Sûriyê re civiya.

Li civînê de paşeroja peywendiyên Sûriye bi Iraq û Herêma Kurdistanê re li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş guftûgo kirin. Her wiha tekez li ser rûbirûbûna metirsiyên Da'îşê kirin.

Birêz Serokkomarê Sûriye dîtin û nêrîna xwe ya ji bo Sûrîye xiste rû ku hemû pêkhatên wê li xwe bigre û welatê hemû welatiyan û pêkhatên wê be û destûr mafên wan biparêze.

Birêz Serokê Herêma Kurdistanê, ji bilî pesindana nêrîna birêz Serokkomarê Sûriye, tekez li ser girîngiya aştî û aramiya li welat û çareseriya kêşeyên siyasî kir bi awayek ku mafê hemû pêkhatên wê, bi taybetî gelê Kurd li Sûriye mîsoger bike û bibê sedema parastina aramî û tenahiya li navçeyê da.

Her li vî derbarî de birêz Serokkomarê Sûriye tekez li ser xwesta welatê xwe ya ji bo hebûna peywendiyên bihêz bi Iraq û Herêma Kurdistanê re kir ku xizmetê bi berjewendiyên her du aliyan bike û yarmetîder bê li pêkanîna aramî û parastina ewlehiya li navçeyê da.

Aloziyên navçeyê û bandorên wan li ser Iraq û Sûriyê, mijareke dinê civînê bû.” (ÎLKHA)

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Amedê zilamekî jina xwe ya duyem jî ku dayika 5 zarokan bû kuşt
Jinek li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji qata 10emîn a avahiyek apartmanan ket xwarê û jiyana xwe ji dest da
Li Darfurê îddîaya "Qutîya mirinê" û qetilkirina bi deh hezaran sîvîlan
Weqfa Êtîman vê zivistanê ji bo bindestan kêfxweşî anî
Li navçeya Şemrexa Mêrdînê qamyon û wesayît li hev ketin: 1 mirî, 2 birîndar